Joe Biden xwe bo serokatiya Amerîka kandîd nake
Roja 21 Cotmehê Cîgirê Serokomarê Amerîka Joe Biden ragehand ku ew dê xwe bo helbijartinên serokatiya Amerîka kandîd neke.
Cîgirê Serokomarê Amerîka Joe Biden ji Koşka Spî ligel Serokê Amerîka Barak Obama û hevjîna wî ragehand ku, Ew dê li ser lîsta Partiya Demokrat xwe bo hebijartinên serokatiya Amerîka kandîd neke û got: “Dema wê yekê derbasbûye ku ez helmetekê bo kandîd kirina xwe bikim.”
Vekişandina Joe Biden ji hilbijartinên serokatiya Amerîka riyê bo Hillary Clinton xweş dike ku berî niha ragehandibû ew dê xwe li ser lîsta Partiya Demokrat bo serokatiya Amerîka kandîd bike.
Basnews
