BIRYARA DAWÎ - PÊŞMERGE tevlî operasyona Mûsilê dibe
Piştî serketina hêzên Iraqê di şerê li dijî rêxistinna DAIŞê li çend deveran, behsa amadekariyên bo şerê kontrolkirina bajarê Mûsilê jî zêdetir ji caran tê kirin.
Hêzên Iraqê duh 20 Cotmehê karîn navenda bajarê Bêcî li bakurê bajarê Tikrît, navenda parêzgeha Selahedînê ji dest çekdarên DAIŞê derxînin.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Herêma Kurdistanê dê beşdariyê di şerê Mûsilê de bike û me razîbûna xwe li ser beşdarîkirin di wî şerî de nîşan daye.”
Cebar Yawer herwiha got: “Rizgarkirina Mûsilê giringiyek gellek zêde heye bo asayişa Kurdistanê û herwiha di berjewendiya hemû Iraqê de ye jî.”
Yawer da xuyakirin: “Kontrolkirina Mûsilê li gor rêkevtina ligel Bexdayê li ser hûrgiliyên operasyonê dibe û dê hêzên Iraqê, hevpeymanan û çekdarên eşîran bi hevrzêiya ligel Hêzên Pêşmerge beşdarî di şerê Mûsilê de bikin.”
Derbarê derxistina DAIŞê li başûr û rojavayê parêzgeha Kerkûkê û bi taybet ji navçeya Hewîceyê de, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge got: “Me plan nîne ku şerê Hewîceyê bikin, ji ber ku Hewîce ji sînorê me dûr e û me planek hevbeş jî bo beşdarîkirin di şerê girtina Hewîceyê de nîne.”
Bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Mûsilê ye û ji meha Hezîran a sala 2014an ve di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.
Roja 6ê Hezîran a 2014 çekdarên DAIŞê êrişeke berfireh birin ser Mûsilê û di roja 10ê Hezîranê de, piştî ku artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê yên wî welatî ji parêzgehê reviyan û şer nekirin, Mûsil bi temamî ket destê DAIŞê.
Niha jî Hikûmeta Iraqê mijûlî xweamadekirinê bo encamdana operasyoneke berfireh û kontrolkirina Mûsilê ye.
Rudaw
