• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal kir

Gulan Media October 21, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal kir
Roja çarşem 21.10.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bêyîker Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û rewşa bereyên şer ya li gel terorîstan, xistin ber behs û di derbarê çawayiya serxistina plana têkşikandina terorîstan li Iraqê guftûgo kirin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê ya piştî destêwerdana serbaziya Rûsya li Suriye û bandorên wê yên li ser şerê dijî terorîstên Da'îş guftûgo kirin.

Her wiha li vê hevdîtinê de behsa rewşa aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û di derbarê çareserkirina qeyrana darayî guftûgo kirin.

Top