TEV-DEM: Eger pêşmerge derbasî Rojava bibin dê şer derkeve!
Li gor nûçeyeke Rûdawê ji çavkaniyeke taybet ji bajarê New York a Amerîkayê, serkirdeya TEV-DEMê Îlham Ehmed di dema serdana xwe ya bo Amerîkayê de behsa vegera Hêzên Pêşmergeyên Rojava kiriye û daye xuyakirin, ku derbasbûna pêşmergeyên Rojava bo nav Rojavayê Kurdistanê dê bibe sedema çêbûna şer.
Li gorî wê nûçeyê, Îlham Ehmed gotiye: “Em naxwazin pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê vegerin, ji ber ku dê şer di navbera wan bi xwe de derkeve.”
Rûdawê herwiha ji zarê çavkaniyê xwe ve ragihandiye, ku Îlham Ehmed li Amerîkayê herwiha ragihandiye, ji ber ku nakokî di navbera aliyên Encûmena Niştîmaniay Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de hene, eger pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin, dê şerê hev bikin.
Îlham Ehmed di nav Înistiyatîva Jinên Sûriyeyê de serdana Amerîkayê kiribû.
Pêşmergeyên Rojava
Li gor agahiyan, 6 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê amade ne û li benda rêkevtina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ne, daku bikarin derbasî nav sînorê Rojavayê Kurdistanê bibin û li dijî DAIŞê şer bikin.
Ew pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji wan ciwan û xortan pêk tê ku ji sala 2011an ve ji Artêşa Sûriyeyê cuda bibûn û berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê û ji aliyê Fermandeyiya Zêrevanî ya Wezareta Pêşmerge ve perwerdeya leşkerî dîtine.
