• Thursday, 19 February 2026
logo

Tahir Elçi hat binçavkirin

Gulan Media October 20, 2015 Nûçe
Tahir Elçi hat binçavkirin

Derbarê Tahir Elçiyê ku ji ber sedema di bernameyeke ku tevlî bûbû de gotibû ‘PKK rêxistineke terorê nîne’ lêpirsîn hatibû vekirin, hat binçavkirin.

Derbarê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi de bi sedema ku gotibû ‘PKK rêxistineke terorê nîne’ biryara zeftkirinê hatibû dayîn, derengê şevê li Baroya Amedê hat binçavkirin. Bi sedema “bi armanca bêencamxistina lêpirsînê li hundirê welat xwe vedişêre” li ber avahiya dadê ku serokatiya wê dikir hat binçavkirin. Da ku piştgiriyê bidin wî, nûnerên gelek rêxistinên civakî ên sivîl, serokên baroyên herêmê, wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Gültan Kışanak û parêzerên girêdayî Baroya Amedê tevahiya şevê li avahiya baroyê man. Saet dora di 02.00’an de timên Têkoşîna bi Terorê re ya Şaxa Amedê, digel amûrên zirxkirî û tîmên hêzên çevîk hatin avahiya Alîkariya Dadî ya Baroyê û ji endamên Lijneya Rêveberiyê ya Baroyê re biryara Dadgeriya Cezayî ya Sulhê teblîx kirin û Tahir Elçiyî binçav kirin.

Tahir Elçi: Darazî, li cem komên hîsterîk cih girtiye

Tahir Elçi jî piştî vê biryarê, doh, gotibû ku di nîqaşên hizrî ya li ber raya giştî hat kirin de darazî, ji alîgiriya partiyeke siyasî ya gelekî nijadperst kiriye.

Elçi, di cîgeha xwe de pirsên rojnamevan bersivand û diyar kir ku 3 roj in hin alî, li ser medya û medyaya civakî ji bo wî kampanyayeke lîncî tê meşandin.

Elçi gotibû ku darazî, di vê kampanyaya lînce de bû alîgirê komên hîsterîk û ev yek jî cihê mixabinî ye ku li Tirkiyeyê darazî hatiye çi astê.

Baroyên herêmê, berê li Amedê daxuyaniyeke dabûn çapemeniyê û ji Elçi re piştgiriyên xwe daxuyandibûn.

Serokwekîlê Koma HDP’ê İdris Baluken jî lêpirsîna ku ji bo Elçi hat vekirin rexne kir û got ku gelê Amedê, gelê herêmê, piraniya gelên ku li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin wek Tahir Elçi difikirin û divê ev welat, dev ji helwesta ku eyaran dide her kesî berde.

Basnews
Top