• Thursday, 19 February 2026
logo

Erebistanê gefên tûj li Îranê xwar: Çi ji destê me were emê bikin!

Gulan Media October 20, 2015 Nûçe
Erebistanê gefên tûj li Îranê xwar: Çi ji destê me were emê bikin!
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî bi tundî gef li Îranê xwar û got, Erebistan amade ye di her warî de û bi her awayî li hember Îranê raweste û welat û gelê xwe biparêze.

Wezîrê Derve yê Erebistanê Adil Cubeyr, piştî ku bi Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier re hevdîtin kir, di civîneke rojnamevaniyê de got, em hêvîdar in Îran êdî xwe nexe nav karê welatên mîna Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê.

Adil Cubeyr diyar kir ku Îran nahêle kirîza Sûriyê çareser bibe û bûye sedema kûrbûna kirîz û aliyên wî welatî. Wezîrê Derve yê Erebistanê, Îran bi dagîrkirina “warê ereban” tohmetbar kir.

Wezîrê Derve yê Almanya jî, ku piştî konferansa ewlehiyê, ji Tehranê derbaî Erebistanê bibû, diyar kir ku qesta wî nêzîkkirina îranî û siûdiyan di mijara Sûriyê de bû lê piştî hevdîtina digel rayedarên Riyazê derket holê ku bêbaweriyek mezin di navbera her du welatan de heye û ev rewş di demek kurt de jî nayê çareserkirin.

Îran li Yemenê piştî milîsên şîe yên bi navê Husî digire, li Sûriyê pişta rêjîma Beşar Esed (şîe) digire, li Iraqê piştî milîsên şîe yên bi navê Heşda Şeibî digire her wiha li Lubnanê jî pişta rêxistina Hizbullahê digire. Erebistan jî ji vê yekê pir aciz e.

Rudaw
Top