Cihûyên Kurdistanê êdî di hikûmetê de tên temsîlkirin
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê 2 kurdên cihû wek nûnerên cihûyên Başûrê Kurdistanê wergirt.
Derket holê ku Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Kurdistanê Kemal Muslim roja 11ê vê mehê ferman daye du kurdên cihû wek nûnerên cihûyên Başûrê Kurdistanê di Wezareta Ewqafê de bên wergirtin. Navê yekê Şêrzad Omer û navê yê din jî Şêrko Osman e.
Şêrzad Omer li ser hejmara cihûyan li Başûrê Kurdistanê diyar kir, heta niha amareke zelal li ber destê me tine lê li gorî ku ez dizanim derdora 430 malbatên cihû li Başûrê Kurdistanê dijîn.
Şêrzad Omer li ser armanca nûnertiya cihûyan di hikûmeta Kurdistanê de jî got, di dîroka kurd û Kurdistanê de ol û ayînên cuda bi hev re jiyane.
Em jî dixwazin bi rêya vê nûnertiyê, wê kultura kevnar a Kurdistanê li ser piyan bihêlin.
