• Thursday, 19 February 2026
logo

PDK guhertina Serokê Parlamenê dike yasayî

Gulan Media October 20, 2015 Nûçe
PDK guhertina Serokê Parlamenê dike yasayî


PDK xwe amade dike piştî rêkeftina ligel aliyên din ên siyasî, kursiyên serokê parlamen û wezaretên ku pişka Goran bûn, bi piraniya ji 50+1 dengên parlamenê dagre. Lê Goran dibêje ev yek ne li gor peyrewa navxwe ya parlamenê ye û nikarin Serokê Parlamenê biguherin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di Parlamena Kurdistanê de xwedî rêjeya pirranî ye, xwe amade dike ku bi rêya freaksiyona xwe ve biryara guhertina serokê parlamenê bike yasayî û di parlemenê de jî bide erê kirin.

Derbarê mijarê de Berdevkê Fraksiyona PDK’ê ya Parlamena Kurdistanê Mihemed Elî bo BasNews ragehand ku biryara jikar girtina Yusif Mihemed naçarî bûye. Elî got: ”Niha ji bo ev biryar di parlamenê de jî bê pesend kirin rêyên yasayî bikar dihînin. Piştî ku ji bo diyarkirina kesek din bo vê postê ligel aliyên siyasî rêkeftin, hingî rêkariyên yasayî tên destpêkirin.”

Mihemed Elî got ku Yusif Mihemed parlamenterê Tevgera Gorane û li gor rêkeftina di navbera partiyên siyasî ya ji bo avakirina hikûmetê ji pişka Goran bûye serokê parlamenê û got: ”Bo guhertina vê kursiyê 50+1 ê parlamenê, wate dengê 56 parlamenteran têr dike.”

Ji aliyê din ve Parlamentera Goran Bahar Mehmûd jî bo BasNews ragehand ku serokê parlamenê du caran mitmane werdigre. Yekemcar dema ji aliyê gel ve tê hilbijartin û duwemcar jî dema parlamen wî weke serok diyar dike. Jiber vê yekê guhertina serokê parlamenê bi piraniya dengan nabe. Tenê li ser daxwaza serokê parlamenê dibe û ew jî divê parlamen vê daxwazê erê bike.

Mehmûd got: ”Jiber rewşa tendurustiyê yan jî koça dawî parlamen dikare serokek din hilbijêre. Lê niha ev yek pêk nehatiye. Lewma Serokê Parlamenê li Silêmaniyê karên xwe berdewam dike.”

Basnews
Top