Sarûxan: Hevpeymaniya Navdewletî 50 ton çek radestî YPGê kirine
Serokê Komîta Bergiriya Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê Ebdulkerîm Sarûxan ragehand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 50 ton çek û pêdawîstiyên leşkerî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî bidest xistin. Bi mebesta şerê li dijî DAIŞê.
Sarûxan ji malpera Welatî re ragehand ku roja Yekşema borî 11 Cotmehê, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 50 ton ji çek, teqemenî û pêdawîstiyên leşkerî radestî şervanên YPGê û hevalbendên wê kir, jibo şerê li dijî DAIŞê.
Sarûxan herwiha tekez kir ku Hevpeymaniya Navdewletî berdewame li ser piştevaniya şervanên YPGê û hevalbendên wan.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Bergiriya Amerîka ragehandibû ku wê ti çek bo şervanên Kurd rênakiriye, lê belê wê çek bo hin hêzên Sûriyê yên ku şer li dijî DAIŞê dikin şandibû, Srûxan jî gotibû: “Em ne agahdarî vê mijarê ne.”
Basnews
