• Thursday, 19 February 2026
logo

Merkel û Davutoglu: Em ji bo alîkariya Kurdistanê û Barzanî hemfikirin

Gulan Media October 19, 2015 Nûçe
Merkel û Davutoglu: Em ji bo alîkariya Kurdistanê û Barzanî hemfikirin

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û Rawêjkarê Almanya Angela Merkel diyar kirin ku ew dê li dijî DAÎŞê piştgiriya Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin.

Îro Serokwezirê Almanyayê Angela Merkel serdana Tirkiyeyê kir û bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re re hevdîtin pêk anî.

Davutoglu û Merkel piştî hevdîtinê cîvînek çapemeniyê pêkanîn. Davutoglu di civînê de got cihê şanaziyêye ku Almanya û Tirkiye li ser bûyerên Rojhilata Navîn bi hev re tevdigerin û xwedî helwestên hevpar in.

Serokwezîrê Tirkiyê got ku Tirkiye û Almanya piştgiriya Herêma Kurdistanê û Barzanî dikin û dê havkariya wan jî berdewam be.

Her wiha Angela Merkel jî amaje pê danî ku ew tekoşîna li hemberî DAÎŞê ya li Iraqê bi berfirehî gûftogo kirine û li ser piştevanî û perwerdekirina hêzên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dê rawestin.

Basnews
Top