Tevgera Gorran li ser hikûmetê bûye du alî
Piştî ku PDKê ragihand êdî nabe Tevgera Gorran di nav hikûmetê de bimîne û Serokatiya Parlamentoyê jî nabe di destê Gorranê de bimîne, Gorranê dest bi civînên awarte li ser vê rewşê kir.
Li gorî agahiyên Rûdawê, rayedarên Gorranê li ser wê yekê ku di nav hikûmetê de bimînin yan na, bûne du alî.
Rayedarekî Tevgera Gorran, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, eger PDK îmtiyazên zêde bide Gorranê wê demê ew amade ne Yûsif Mihemed (Serokê Parlamentoyê) bikin “qurban” û ji serokatiyê dûr bixin.
Endamên Civata Niştimanî ya Gorranê, rojên 15 û 16ê vê mehê li bajarê Silêmaniyê civiyan lê heta niha bersiveke zelal nedane PDKê.
Wî rayedarê Gorranê ku di heman demê de endamê Civata Niştimanî ye û tevlî civînê jî bibû, got, di civînê de piraniya endaman ji karê PDKê hêrs bibûn û dixwestin Gorran ji nav hikûmetê derkeve û bibe opozîsyon.
Wî endamê Civata Niştimanî dilgiraniya xwe ji xitimandina pêwendiyên PDK û Gorranê nîşan da û got, êdî normalkirina pêwendiyên her du aliyan hêsan nîne. Li gorî min Gorran dê bibe opozîsyon ji ber ku êdî derfeta wê nemaye Gorran û PDK bi hev re kar bikin.
Ji aliyekî din, endamê Polîtburoya PDKê Kakemîn Necar li ser qedera Gorranê di hikûmetê de ji Rûdawê re got, helwesta me li hember Gorranê mîna helwesta me li hember Serokê Parlamentoyê tûj nîne çimkî heta niha me biryar nedaye Gorran bi yekcarî ji hikûmetê were avêtin.
PDKê aloziyên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê, ku bibûn sedema mirina 5 kesên sivîl, avêtibû stûyê Gorranê ji ber wê jî roja 12ê vê mehê, hêzên ewlehiyê nehîştin Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed derbasî Hewlêrê bibe. Piştî wê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî wezîrên Gorranê ji nav hikûmetê derxist û ragihand, êdî Yûsif Mihemed ne Serokê Parlamentoyê ye.
Rudaw
