Budceya 2016 a Iraqê ji aliyê Encûmena Wezîran ve hat pesend kirin
Encûmena Wezîrên Iraqê, biryara xwe ya dawî li ser reşnivîsa pirojeyasaya budceya sala 2016 a Iraqê da, berî niha ev pirojeyasa ji aliyê wezareta darayî ya Iraqê hatibû amadekirin.
Kenala Iraqiya ya fermî Roja 18 Cotmehê ragehand ku, Encûmena Wezîrên Iraqê bi seroaktiya Serokwezîrê Iraqê Heder Ebadî pirojeyasaya budceya sala 2016 a Iraqê hat pesend kirin, tê pêşbînî kirin ku di demek nêzîk de jibo parlemen bê şandin.
Tê zanîn Hikûmeta Iraqê rêkeftinên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yên derbarê budceya sala 2015 pêknanîn û mûçeyê fermanderên Hêrêma Kurdistanê birîn, lewma Herêma Kurdistanê rastî qeyranekê hat, bi taybet piştî hatina çekdarên DAIŞê û dagîrkirina çend deverên Kurdistanî. Berî heftiyekê jî li serasserî parêzgeha Silêmaniyê xwepêşandan hatin li darxistin, di wan xwepêşanderan de jî hejmarek welatî birîndar û şehîd bûn û hejmarek baregehên PDKê jî hatin şewitandin.
Basnews
