Li Oramarê Fermande û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li devera Oramarê Fermandeyek û 4 leşkerên artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin.
Li herêma Oremarê ya ser bi Geverê di navbera leşkerên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK’ê de şer derket û di encam de yek jê efserê pilebilind 4 leşker hatin kuştin.
Li herêma Oremarê ya ser bi navçeya Geverê ya bajarê Colemêrgê eve demeke hêzên artêşa Tirkiyê operasyonan dikin. Baskê leşkerî yê PKK’ê, HPG ragehand ku di nava 30 rojan de, di encama operasyonên li Çiyayê Çarçela de 9 gerîlayên wan jiyana xwe jidest dane.
HPG daxuyand ku bi armanca hilgirtina tola wan li baregaha leşkerî ya Gare ya Şemzînanê çakakiyek encam dane û 2 jî efser 4 leşker kuştine.
Ji aliyê din ve Sererkaniya Tikriyê jî bi daxuyaniyek fermî ragehand ku tîmên taybet li herêma Oremarê operasyonên wan berdewam in û di şer de fermandarê tebûrê İhsan Ejdar û 3 eşkerên din hatine kuştin.
Sererkaniyê diyar kir ku di pevçûnê de 5 leşker jî birîndar bûne.
