• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê PSK’ê piştî 36 salan vegeriya Tirkiyê

Gulan Media October 17, 2015 Nûçe
Serokê PSK’ê piştî 36 salan vegeriya Tirkiyê


Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesût Tek derbarê vegera xwe de got: “Me wek partî biryar da ku em dawî li rêxistina xwe ya îllegal bînin û siyaseta legal û demokratîk bikin. Sedema eslî ya vegera min ev e.”

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesût Tek piştî 33 salan vegeriya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê. Tek 6 meh beriya derbeya 12ê îlona sala 1980yan ji ber karên siyasî naçar mabû ku ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê derkeve.

Mesût Tek beriya vegera xwe derbare armanca vegerê de gotibû ku “Me wek partî biryar da ku em dawî li rêxistina xwe ya îllegal bînin û siyaseta legal û demokratîk bikin. Sedema eslî ya vegera min ev e.”

Di kongreya PSK’ê ya sala 2003ê Mesût Tek piştî Sekreterê Giştî yê wê heyamê Kemal Bûrkay bibû Sekreterê Giştî yê vê partiyê.

Basnews
Top