• Thursday, 19 February 2026
logo

Tehran- Konfransa Munchenê bi amadebûna Barzanî dest pê kir

Gulan Media October 17, 2015 Nûçe
Tehran- Konfransa Munchenê bi amadebûna Barzanî dest pê kir
Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê Konfransa Cîhanî ya Munchenê dest pê kir.

Duhî 16ê Cotmehê Serokwezîr Barzanî bi mebesta beşdarîkirinê di Konfransa Cîhanî ya Munchenê de, ber bi Tehrana paytexta Îranê ve birê ket.

Li gor agahiyan, Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermi ya Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier û bi mebesta beşdarîkirin di Konfransa Munchenê de serdana Îranê kir.

Li gor daxuyaniya Konfransa Asayişa Munchenê, Barzanî dê li Tehranê beşdariyê di civîna koma Core ya girêdayî Konfransa Asayişa Munchen de bike.

Di daxuyaniyê de behsa wê yekê nehatiye kirin, ka gelo Serokwezîr dê di vê civînê de ti gotarekê pêşkêş bike yan na, lê belê li gor plan û armanca wê komê, beşdarbûyên sereke dê derbarê siyaseta ewlehî û siayseta derve ya herêmê de gotar bên pêşkêşkirin.

Li gor medyayên Îranê jî, Nêçîrvan Barzanî dê di serdana xwe y abo Îranê de ligel Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî bicive.

Rudaw
Top