Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkariyên Swêdê diek
Rewşa Îraqê û herêma Kudistanê hat nirxandin û sefîra Swêdê tekîd kir ku welatê wê giringiyeke mezin bi warê civakî, aborî, parastina mafê mirovî û berhingarbûna şideta dijî jinan dide û ew pêngavên hikûmeta herêma Kurdistanê di wan waran de avêtine bilind nirxandin.
Sefîra nû ya Swêdê daxwaz kir ku hemû arîşe û pirsgirêk bi dansûtandin û diyalogê bên çareser kirin û ew aramiya li herêma Kurdistanê heye berdewam be û bila hemû alî rûbirûyê terorîstên DAÎŞ bibin. Wê got ku di demên bê de hijmareke şandeyên hikûmeta Swêdê dê serdana herêma Kurdistanê bikin û ji bona zêdetir gotûbêjkirina hemû pirsan digel berpirsên herêma Kurdistanê bicivin.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana sefîra Swêdê bo herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wê re xwest û piştevaniya xwe ji bo pêşniyarên wê yên di warê pêşdebirina rewşa civakî û zêdetir bidemokrasîkirina civakê û xebatên zêdetir ji bona nehêlana şideta dijî jinan nîşan da.
Serokwezîr sipasiya hevkarî û hevahengiya berê ya hikûmeta Swêdê bo herêma Kurdistanê kirî ku, di warê derxistina çend qanûnan de û bi taybetî derxistina qanûna rûbirûbûna şideta li dijî jinan fêdeyeke mezin jê dîtiye, kir.
Rewşa siyasiya herêma Kurdistanê, garantîkirina pêdawîstiyên hevwelatiyan, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û reşa kurdên Swêdê dijîn hin mijarên din yên civînê bûn.
