6 partiyên Bakur: Pirsgirêk Kurd û Kurdistan e
duh 14ê Cotmehê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sitki Zilan, Endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya OSPê Nusrettîn Maçîn, Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurî Sinir , Berdevkê PAKURDê Ibrahim Halil Baran û Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Sertaç Bucak li gel şanda Amrîkayê hevdîtinek pêk anîn.
Li gor agahiyan, her 6 partiyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê û şanda amerîkî derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, pêvajoya çareseriyê, şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyeyê û arîşeyên wan partiyan bi xwe de axivîn.
Piştî dawîhatina civînê her 6 partiyan derbarê naveroka civînê de daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di civînê de li ser navê şandên partiyên kurdî Nusrettîn Maçîn, behsa pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, helwestên wan ên li ser pêvçûnên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkîyeyê de û herwiha nêrînên hevbeş ên her 6 partiyan derbarê çareserkirina pirsgirêkan de anî ziman.
Di daxuyaniyê de tê gotin, Nusrettîn Maçîn ji şanda amerîkî re got ku, divê "pêvajoyek çareseriyê" ya nû bi hemû hêzên siyasî yên netewî yên ji Bakurê Kurdistanê re were destpêkirin û ew pêvajoya nû bi garantorên navnetewî re dest pê bike û ew di gotûbêjan de bibin aliyê sêyem.
Nusrettîn Maçîn herwiha da zanîn ku li gor wan, pirsgirêk a Kurd û Kurdistanê yê, her 6 partî li ser vê baweriyê ne ku divê pirsgirêk bi xebatên dîalogê , sîyasî , dîplomatîk bê çareser kirin.
Li gor daxuyaniyê Maçîn herwiha tekez kir, ku divê ji alîyê dewleta Tirkiyeyê û PKKê ve bdemildest agirbest bê îlankirin
Hat gotin, ku di civînê de herwiha şandeya Amerîkayê ragihand ku divê hemû pirsgirêkên li her çar alîyên Kurdistanê bi rê û rêbazên aşitiyane werin çareserkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî civîna îro ya partiyên kurdî û şanda Amerîkayê nebû.
Li ser wê yekê ku çima HDPê tevlî wê civînê nabe, Berdevkê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran ji Rûdawê re gotibû, ji ber ku HDP xwe wek partiyeke Kurdistanî nabîne û xwe wek partiyeke Tirkiyeyê nas dike, ji ber wê jî nûnerê wê beşdar nabe.
Rudaw
