• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiye derbarê alîkarîkirina YPGê de hişyarî da Amerîka û Rûsyayê

Gulan Media October 15, 2015 Nûçe
Tirkiye derbarê alîkarîkirina YPGê de hişyarî da Amerîka û Rûsyayê
Li ser alîkariyên leşkerî yên hevpeymanan û Rûsyayê bo YPGê, Tirkiyeyê balyozên Amerîka û Rûsyayê bang kir û daxwaza bersivê li wan kir.


Duh 14ê Cotmehê ajansa France Press ji zarê berpirsekî Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ve ragihand, ku duh 13ê Cotmehê Tirkiyeyê balyozên her du welatên Amerîka û Rûsyayê li Enqerê bang kir da ku derbarê alîkariyên leşkerî yên bo Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ronkirinekê bidin Enqerê.

Li gor wî berpirsê tirk, Tikriye dijatiya xwe ligel alîkarîkirina PYD û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandiye û di vê bareyê de hişyariyek tund daye balyozê Amerîka û Rûsyayê.

Tirkiye PYDê wek baskeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Sûriyeyê bimlêv dike ku ji sala 1984an ve bi awayeke çekdarî şerê Tirkiyeyê dike.

Hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyan didin YPGê û di hewla şandina çek û teqemeniyan de ne bo YPGê.

Duh jî hatibû ragihandin, ku Amerîkayê 50 ton çek bi rêya firokeyên leşkerî ji YPGê re avêtiye xwarê.

Hefteya borî Washingtonê ragihand, ku proseya perwerdeya leşkerî ya çekdarên opozisyona Sûriyeyê rawestandiye û dê li cihê wê alîkariyan bide hêzên kurdî û wan hêzan ku bi rastî li ser erdê şerê DAIŞê dikin.

Berpirseke pilebilind ê Rûsyayê jî hefteya borî di civîneke ligel Hevserokê PYDê Salih Muslim de ragihandibû ku Moskow di şerê li dijî DAIŞê alîkariya kurdan dike.

Top