• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Divê kurd dest ji nakokiyên xwe berdin

Gulan Media October 14, 2015 Nûçe
Amerîka: Divê kurd dest ji nakokiyên xwe berdin

Amerîka li hember aloziyên ku ji aliyê Goranê ve hatine çê kirin dilgirane

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner, di civîneke rojnamevaniyê de li ser aloziyên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê got, divê partiyên siyasî yên Kurdistanê dijminê xwe yê rasteqîn bibînin. Dijminên wan DIŞI e û divê vê yekê bibînin û bi hev re li dijî wî dijminî şer bikin.

Mark Toner her wiha bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku nakokiyên xwe çareser bikin û merc û zemîna geşekirina siyasî dabîn bikin.

Toner her wiha ragihand ku ew rewş û bûyerên Başûrê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin û ji bo çareserkirina kirîza serokatiyê bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re di nav têkiliyê de ne.

Top