Li Şirnexê : 1 leşker mir û 3 jî birîndar bûn
Li gor zanyariyan, duh 12ê Cotmehê hêzên Tirkiyeyê li navçeya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê li dijî gerîllayên Partiya Karkern Kurdistanê (PKK) operasyon lidar xistin.
Di encama operasyonê de, di navbera gerîllayên PKKê û hêzên Tirkiyeyê de şer û pevçûn derket.
Derbarê bûyerê de Sererkaniya Artêşa Tirkiyeyê daxuyanî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di encama destdirêjiya PKKyiyan de, leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşkerekî din ligel 2 cerdewan jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, birîndar bo çareseriya pizîşkî bi rêya helîkopterê ber bi nexweşxaneya leşkerî ya Şirnexê ve hatin veguhastin.
