• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêrîna fermî ya Amerîka li ser aloziyên Başûrê Kurdistanê

Gulan Media October 14, 2015 Nûçe
Nêrîna fermî ya Amerîka li ser aloziyên Başûrê Kurdistanê
Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser aloziyên Başûrê Kurdistanê ragihand, divê kurd dest ji nakokiyên xwe berdin û “dijminê xwe yê herî mezin, DAIŞê bibînin”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner, di civîneke rojnamevaniyê de û di bersiva pirsa Peyamnêrê Rûdawê Namo Ebdullah de li ser aloziyên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê got, divê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dijminê xwe yê rasteqîn bibînin. Dijminên wan DAIŞ e û divê vê yekê bibînin û bi hev re li dijî wî dijminî şer bikin.

Mark Toner her wiha bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku nakokiyên xwe çareser bikin û merc û zemîna geşekirina siyasî dabîn bikin.

Wî rayedarê Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha ragihand ku ew rewş û bûyerên Başûrê Kurdistanê ji nêzîk ve dişopînin û ji bo çareserkirina kirîza serokatiyê bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re di nav têkiliyê de ne.

Pisporekî amerîkî bi navê Samoel Marîs jî li ser aloziyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got, pirsgirêka serokatiyê beriya niha jî hebû lê ti kesî nediwêriya xwe lê bide…

Wî pisporê siyasî diyar kir ku nabe kurd bibin dijminên hev û divê pir zû kirîz û pirsgirêkên xwe çareser bikin…

Wezîrê berê yê Xwendina Bilind Dilawer Eladîn jî ji Rûdawê re got, kurd bi van nakokî û aliyan firsenda ku şerê DAIŞê ji bo kurdan derxistiye holê, pûç dikin…

Rudaw
Top