'Emê li PYD`ê jî bidin'
Serokwezîrê demkî yê Tirkiyê ragihand ku, ew alîkariya ku Emerîka bo PYD`ê kiriye bighêje destê PKK`ê û li dijî Tirkiyê bê bikaranîn, tişta me li hemberî PKK`ê kir emê li dijî PYD`ê jî bikin.
Ehmed Dawudoglu li ser idîa`ya ku PYD`ê ji Emerîkayê moşekên Stinger xwestine, ji rojnamevanan re ragihand ku, ew alîkariya serbazî ku Emerîka gîhande destê PYD`ê eger PYD`ê wan çekan bixe destê PKK`ê wê demê pêwîst bike emê li PYD`ê jî bidin.
Dawudoglu got: Eger ew çekên ku Emerîka dane bi PYD`ê li Îraqê yan li Tirkiyê bêne bikar anîn, wê demê ew mudaxeleya ku me li hemberî PKK`ê kir emê li hemberî PYD`ê jî bikin, ew çek li ku bin emê jinav bibin.
Li ser pirsa gelo li hemberî agirbesta ku PKK`ê ragiand de jî Ehmed Dawudoglu got: Heya çek neyên binaxkirinê em çi hevdîtinan nakin.
Pêştir jêderê YPG bi daxuyaniyekê ji Dengê Emerîka re amaje bi wê yekê kiriye ku şeva yekşema borî 11/10/2015 yekem karwanê wan çekên Emerîka ji asmanan ve bo wan hatiye avêtinê.
Şandina van çekan piştî wê yekê tê ku wezîrê berevanî yê Emerîka Aştun Karter behsa serkeftinên YPG/YPJ`ê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê hatiye. Aştun Karter gotiye ku: Jiber ku Yekîneyên Parastina Gel YPG nimûneyekî bilind û karîger di rûbirûbûna terorîstên DAIŞ de nîşan daye û ew dixwazin li gel ew hêza Kurdî kar bikin.
Pêştir jî berdevkê bi navê wezareta berevanî ya Emerîka aşkira kiribû ku bi rêya balafira curê C-17 li bajarê Hesekê 50 ton çek û teqemenî radestî Hêzên Sûriyê ên Demokrat kiriye.
Xendan
