Serokwezîr Barzanî: Heta serokekî nû neyê hilbijartin ew nikare vegere!
Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed eşkere kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna duh a PDK û YNKê de gotiye, heta serokekî nû ji bo parlamentoyê neyê hilbijartin em naxwazin Yûsif Mihemed derbasî Hewlêrê bibe.
Hêvîdar Ehmed her wiha da zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku ew êdî Yûsif Mihemed, ku endamê Tevgera Gorran e, wek Serokê Parlamentoya Kurdistanê nabînin û divê were guhertin.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî, ku di heman demê alîkarê Serokê PDKê ye jî, ji rayedarên PDK û YNKê xwestiye, gilî û gazindên xwe li hember hev bidin sekinandin û rûpelek nû vekin.
PDKê aloziyên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê avêtibû stûyê Gorranê û pişka wê ji nav hikûmetê derxistibû lewma Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî 4 wezîrên Tevgera Gorranê ji kar dûrxistibû.
Rudaw
