• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Sûriye, bi piştgiriya Rûsya û Îranê amadekariya operasyona bejayî dike’

Gulan Media October 14, 2015 Nûçe
‘Sûriye, bi piştgiriya Rûsya û Îranê amadekariya operasyona bejayî dike’

Hate gotin ku artêşa Suriyê bi beşdariya hezaran leşkerên Îranî û endamên Hizbullaha Lûbnanê, ji bo stendina Helebê amadekariya operasyonek berfereh dike.

Ajansa Brîtanî Reutersê bi zarê du berpirsên pilebilind ê herêmê ragehandiye ku artêşa Sûriyê bi piştgiriya firokeyên Rûsî li hember hêzên opozîsyonê ligel deveran di pêşreviyê de ye û niha jî amadekariya operasyonek berferef dike.

Berpirsekî ji Reutersê re ragehandiye: ”Amadekariya tevgerek mezin tê kirin. Bi hezaran leşkerên taybet ên Îranî û Hîzbullahî derbasî Sûriyê bûne.”

Berpirsê din jî ragehandiye ku ji bo li Helebê ji destê opozîsyonê derbixin biryara operasyonek mezin hatiye kirin. Herwiha vî berpirsî gotiye; ”Ne tiştek nehîniye ku bi hezaran leşkerên Îranê li Sûriyê ne û ew dê di şer derolek giring hilgirin serxwe.”

Ji aliyê din ve tê gotin ku piştî êrîşa firokeyên Rûsyayê bi sedan çekdarên DAIŞ’ê reviyane. Herwiha çavkanî radigehînin ku DAIŞ’ê jiber van êrîşan zirarên mezin dîtine û niha jî teqemenî û cebilxaneya wan nemaye.

Top