Demîrtaş: Di teqînên Enqerê de dewletê alîkarî daye DAIŞê!
Selahedîn Demîrtaş li ser teqînên roja 10ê vê mehê yên Enqerê, ku bibûn sedema kuştina bi dehan kes û birîndarbûna bi sedan kes, ji televîzyona CNN International re axivî.
Demîrtaş dîsa hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar kir ku haya wê ji teqînan hebûye û got, teqînên Enqerê ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.
Hevserokê HDPê anî ziman ku di heyama 6 mehên borî de gellek teqîn û êriş li Tirkiyê çêbûn lê heta niha ti kes ji ber wan bûyeran rastî lêpirsînê nehatiye. Ji Tirkiyê çek û endamên ji DAIŞê re şandin û piştgiriya wê kirin.
Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê şirîkê sûcê DAIŞê ye û got, DAIŞ bêyî alîkariya dewletê nikare tiştekî wiha bike.
Rudaw
