• Thursday, 19 February 2026
logo

PDK: Parlemen hîna rewaye lê divê Yûsif Mihemed nemîne serok

Gulan Media October 12, 2015 Nûçe
PDK: Parlemen hîna rewaye lê divê Yûsif Mihemed nemîne serok

Berdevkê Firekesyona Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) Mihemed Yasîn ragehand, rêgirtin li hatina Serokê Parlemen bo Hewlêrê beramberî şewitandina baregehên PDKê ye, herwiha eşker kir ku hewildanek Tevgera Goran hat pûçkirin.

Mihemed Yasîn ji BasNews re ragehand: “Me wek PDKê gelek hewl dank u rewş neghê vê astê, lê mixabin Goran em neçar kirin, berî niha jî baştirîn bijarde li ceme sazan bû lê mixabin wan sazan jî têkda, me hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha sazanê avakir, lê gavek wan di nav hikûmetê de ye û yek jî dinav opozisyonê deye wilo berdawamî nabe.”

Navborî got: “Tevgera Goran pirsa mûçe, budce û qeyrana darayî tevlî pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê kirye, lê ev du pirsên cuda ne lê wan têkil kirin jibo rewş bighê vê astê.”

Derbarê sedema rêpênedan bo vegera Mihmed Yûsif bo Hewlêrê got: “Pirsa durist ew bû ku em bêjin çima rê nehar dan bo Serokê Herêma Kurdistanê ku vegere Hewlêrê ? bersiva vê pirsê jî eve: Bi çi yasayê baregehên partiya me li sînorê tevgera Goran hatin şewitandin, bi wê yasayê rê li Yûsif Mihemed hat girtin bo hatina Hewlêrê.”

Derbarê aya rewayetiya parlemen maye yan na got: “Parlemen dezgehek rewa ya vî welatiye lê bêyî ku Mihemed Yûsif serokê wê be.”

Mihemed Yasîn got jî: “Me hewlek Goran bo têkdana rewşê li Hewlêr û hin bajarên din pûç kir.”

Basnews
Top