Nûnertiya Kurdên Cihû li Herêma Kurdistanê hate vekirin
Ev yekemîn care ku li Herêma Kurdistanê nûnerayetiya Cihûyan di Wezareta Ewqaf a Herêma Kurdistanê de hate destnîşan kirin û nûnerê wan got: “Em kurdên cihû ne, hejmara me 730 malbatin li Herêma Kurdistanê bi ti şêweyî hewl nadin ku xelkê bikşînin nav ola xwe.
Nûnerê Cihûyan di Wezareta Ewqafa Herêma Kurdistanê de Şîrzad Omer Mamsanî ji BasNews re ragehand: “Amanca vegirina nûnertiya Cihûyan li Wezareta Ewqafa Kurdistanê bêhtir parastina mafê Kurdên Cihû ye li Herêma Kurdistanê û beşdariya wan di piroseya pêkvejiyan û aştiyê de li Herêma Kurdistanê.”
Navborî got: “Niha li Herêma Kurdistanê 730 malbatên Kurdên Cihû hene, ji herdû cûreyan hin ji Israîl vegeryane û hin jî berê li vir bûn û mane li vir, perstegehên Cihûyan li hemû derê mane û hatine parastin. Pirojeya me heye ku bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan perstgehan nûjen bikin.”
Herwiha Şîrzad Omer got: “Em ne olekî tebşîrî ne, em kesî nakişînin ber bi ola xwe ve.”
Berpirsê Peywendiyên Wezareta Ewqaf Merwan Neqşebendî ji BasNews re ragehend: “Bi sûdwergirtin ji yasa jimare 5 a mafê pêkhateyên Kurdistanê ku meha Nîsana vê salê di parlemena Kurdistanê de hatibû pesend kirin, roja 11 Cotmehê nûnertiya Kurdên Cihû di Wezareta Ewqaf de hate vekirin, karê wê pêşkêşkirina pirojeyan be bi alîkariya wezaretê.”
Li Herêma Kurdistanê, di wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî nûnertiya 7 ol û bîrwerên olî bi fermî hene.
basnews
