YNK, Yekgirtû û Komel li Hewlêrê dicivin
Li gor agahiyên Rûdawê, sibe sêşem 13ê Cotmehê berpirsên yekem û sereke yên her sê partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê dê li bajarê Hewlêrê bicivin.
Li gor agahiyan, ew her sê alî bo nirxandina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê piştî aloziyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Gorranê û herwiha xwepêşandan û tundûtîjiyên çend rojên borî dicivin.
Çavkaniyekî agahdar di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: “Sibe Alîkarê yekem ê Sekreterê Giştî yên YNK Kosret Resûl Elî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Ferec û Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr li Hewlêrê dicivin.”
Derbarê beşdarînebûna PDKê û Gorranê di vê civînê de jî, çavkaniyê Rûdawê got: “Arîşe û alozî zêdetir di navbera PDKê û Gorranê de ye. Ew her du partî aliyên arîşeyê ne. Ji ber wê jî kesê yekem ên her sê partiyên YNK, Yekgirtû û Komel dê li mala Kosret resûl dicivin.”
Duh 11ê Cotmehê Tevgera Gorranê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku PDKê bi rêya nûnerên xwe di parlamento û hikûmetê de, Serokê Parlamentoya Kurdistanl Yûsif Mihemed û wezîrên ser bi Gorranê ve agahdar kirine ku ji 12ê Cotmehê ve neçin ser karên xwe û ji Hewlêr derkevin.
Herwiha îro 12ê Cotmehê hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê li xala kontrolê ya Pirdê ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de rê nedna ku Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed û şanda pê re derbasî nav Hewlêrê bibin û bi neçarî vegeriyan Silêmaniyê.
Rudaw
