• Thursday, 19 February 2026
logo

Yekgirtû: Emê hikûmeta bê Gorran gotûbêj bikin

Gulan Media October 12, 2015 Nûçe
Yekgirtû: Emê hikûmeta bê Gorran gotûbêj bikin
Piştî dûrxistina Tevgera Gorran ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyên îslamî nêrînên cuda li ser hikûmetê didin xuyakirin . Yekgirtû gotûbêj dike û Komel red dike.

Endamekî Polîtburoya PDKê eşkere kir ku PDKê biryar daye hikûmetek nû pêk bîne û YNK û Yekgirtû jî dibin şirîkên wê hikûmetê.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya bKurdistanê Semîr Selîm ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha PDKê bi fermi daxwazeke wisa bo tevlîbûna hikûmeta nû pêşkêşî me nekiriye.”

PDKê di civîna roja 10ê vê mehê ya polîtburoya xwe de biryar dabû ku Tevgera Gorran êdî di nav hikûmetê de nemîne.

Semîr Selîm wiha got: “Her demekê ku PDKê bi fermî daxwaz ji me bike, emê bicivin û wê daxwazê gotûbêj bikin û biryara xwe li ser bidin.”

Lê Komela Îslamî ya Kurdistanê ew pêngava PDKê red kir û dibêje: “Niha ne dema wê bû.”

Kargêrê Polîtburoya Komel ji Rûdawê re ragihand: “Niha demeke nebaş e bo hilweşandina hikûmetê, ji ber ku piştguhxistina her aliyekî dê bandoreke xerab bike ser kurdistanê.”

Li gorî wî endamê Polîtuborya PDKê, dibe ku tevahiya rayedarên YNKê xwe nedin aliyê PDKê lê “beşek mezin” dê vê yekê qebûl bikin.

Fermandeyê hêza 70 a Pêşmerge (ku wek pêşmergeyên YNKê tên nasîn) Ceifer Şêx Mistefa ji Rûdawê re got, bi fermî ji YNKê nehatiye xwestin ku tevlî hikûmeta bêyî Gorran bibe. Lê em hez nakin Gorran ji hikûmetê were dûrxistin, helbet eger bixwe bixwazin ew tiştekî din e.

Li gorî agahiyên Rûdawê, YNK li ser avakirina hikûmeteke bêyî Gorran bûye du alî; Aliyek razî ne aliyê din jî qebûl nakin. Rayedarekî YNKê ji Rûdawê re got, aliyê nêzîkî Kosret Resûl (alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê) dibêjin ma çima divê em xwe bi Gorranê ve girêdin?

PDK tevahiya alozî û bûyerên çend rojên borî yên Başûrê Kurdistanê dixe stûyê Gorranê. Tevgera Gorran jî vê yekê qebûl nake.

Di heyama çend rojên borî de li deverên Germiyan û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê, xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê li dijî gîrobûna mûçe hat lidarxistin lê li hinek deveran, xwepêşandan vegeriyan nerazîbûna li dijî PDKê û alîgirên wê ji ber wê jî gellek avahî û navendên PDKê hatin şewitandin.

Rudaw
Top