Parlamentera Goran: Divê Hewlêr pareyê petrola Kurdistanê bide Bexdayê
Parlamentera Goran Şîrîn Reza got ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pareyê petrola tê firotin radestê Bexdayê bike.
Parlamentera Tevgera Goran a Parlamena Iraqê Şîrîn Reza ji ajansa Îltica ya Iraqê re axivî û got ku divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pareyê petrola tê firotin radestê Bexdayê bike û bûtçeya xwe werbigre.
Ev daxuyanî di demekê de ye ku sedema sereke ya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, mijara birîna bûtçe û firotina petrola Kurdistanê ye.
Li gor rêkeftina di navbera herduyan de divê hikûmeta Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrola herêmê û ya Kerkûkê hinarde bike, pareyê wî jî bişîne Bexda û li hember vê de jî Bexda ji sedî 17 bûtçeya Kurdistanê bişîne.
Lê belê jiber Bexda pabendê vê rêkeftinê nebû, ji meha Hezîranê ve hikûmeta herêma Kurdistanê pareyê neftê nade Bexdayê.
Basnews
