Hêzên hevbeş yên Pêşmerge: Emê rê nadin ti talankerekî
Hêzên hevbeş yên pêşmerge daxuyaniyeke hevbeş li dor bûyerên heyî belav kirin.
Duh Fermandar û hêzên hevbeş yên pêşmerge di daxuyaniyeke hevbeş de behsa wan bûyer û aloziyan kirin ku ev du roj ji aliyê Goran ve hatine organîze kirin û ew kesên ku di wan aloziyan de beşdarin êrîşî ser navendên PDKê dikin, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ew weke hêzên hevbeş yên pêşmerge bi ti awayî rê nadin hin aliyên talanker û nahezên gelê Kurd û Kurdistanê ku rewşa Kurdistanê aloz bikin û êrîşî ser navend û dezgehên curbicur yên partiyên siyasî bikin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku niha li Rojhilata Navîn de rewşeke gelek aloz heye û roj bi roj aloziyên heyî zêdetir dibin û metirsiya wan aloziyan jî li ser gelan bi taybetî gelê Kurd heye lewre lazime gelê Kurd û aliyên siyasî yên Kurdistanê yek girtî û yek deng bin daku gelê Kurd û Kurdistan li hember wan metirsiyên han û êrîşîn terorîstên DIŞIê biparêzin.
