Ebadî daxwazê ji hikûmet û partiyên Kurdistanê dixwaze ku aramiyê biparêzin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwazê ji hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike ku aramiya Herêma Kurdistanê biparêzin û xwe dûrî bikaranîna tûndîtûjiyê bikin.
Li gorî daxuyanek nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê, îro 11 Cotmehê hatiye belav kirin û kopiyek jê gihaye dest BasNews hatiye: “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê dixwaze ku aramiyê biparêzin û hemû nakokiyan bi gotûbêj û danûstendinê çareser bikin û dûrî bikaranîan çekan bikevin. Herwiha navborî xemgîniya xwe derbarê qurbaniyan anî ziman.”
Heyder Ebadî bi wî rengî axaftinê dike, bêyî ku bide xuyakirin ku birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê wî û Hikûmeta xwe jî xizmeta têkbirina aramiyê li Kurdistanê kirin. Mezitirîn bepirsiyartî di histê Ebadî û Hikûmeta wî deye ku heta niha Hikûmeta Iraqê mûçeyê fermanberên di bin deselata DAIŞê de ne dide û mûçeyê fermanberên Kurdistanê dibire.
basnews
