Goran: PDKê em ji hikûmetê avêtin
Piştî ku Polîtburoya PDKê bi rêya nûnerên xwe di Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê de, wezîr û parlamentoyê Goran agahdar kiriye ku sibe neçin ser karê xwe,Goran daxuyaniyek tund belav kir û tê de ragihand:
“PDKê wek partiyekî siyasî ji Herêma Kurdistanê ti mafê wê yê yasayî û siyasî tune ye ku di ser dezgehên qanûnî û şerî yên Kurdistanê re biqevîze û li şûna yasaberkaran û tûzuka navxwe li Herêma Kurdistanê biryarên nedicihê xwe de û bi kêfa girûp û desteyekê ve bi ser xelkê Herêma Kurdistanê de feriz bike.”
Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de ragihand: “Îro danê êvarê Polîtburoya PDKê bi rêya nûnerên xwe di hikûmet û Parlamentoyê de, Serokê Parlamento û wezîrên me agahdar kirin ku êdî neçin ser karê xwe û ji Hewlêrê derkevin.”
Herwiha Tevgera Goran ragihand: “Em raya giştî ya gelê xwe û dost û piştevanên xwe li Iraqê û navendên navdewletî ji van binpêkirinan agahdar dikin û ji wan re dibêjin, Polîtburoya PDKê bi çi hizrekî siyasî xwe dixe cihê dezgehên ku qanûnê datînin û cihbicih dikin û li şûna wan biryarê dide.”
Rudaw
