Mesrûr Barzanî: Êrîşên ser baregahên PDKê xizmeta dijminan dikin
Mesrûr Barzanî dibêje êrîşên li ser baregehên PDKê xizmeta dijmin û neyaran dikin.
Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya li tiwtter peyamek derbarê bûyer, alozî û ew êrîşên ku li ser baregehên PDKê tên kirin peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama han de eşkere kiriye ku berpirsiyartiya êrîş kirine ser navendên PDKê li stuya endam û alîgirên tevgera Goranê ye û bo ku êrîşî ser navendên PDKê were kirin piştir bername hatiye danîn.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji peyama han de diyar dike ku rûdanên li Silêmaniyê, Helepçe, navçeyên Raperîn û Germiyan û êrîşên li ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di encama plana çalakvanên Tevgera Goran e û wan plan bo vê yekê dariştiye. Herwiha dibêje rêveberiya Silêmaniyê jî bêxem bûye li hember parastia jiyana kadîrên PDK’ê.
Barzanî herwiha ev tundûtîjî şermezar dike û serxweşî li kesûkarên qurbaniyan dike. Merûr Barzanî dibêje: ”Eve bernameyeke ku ji aliyê çalakvanên Goran ve plan bo wê hatiye dariştin bo kerb û tûndûtîjî. Desthiladrên Silêmaniyê jî berpirsê serkene ku di parastina baregah û endamên PDK’ê de şkes anîne. Ev jî nîşana piştguhxistin û neşiyana wan nîşan dide.”
Mesûr Barzanî dibêje ev êrîşên li dijî PDK’ê di demek de ye ku endamên PDK’ê şerê DIŞI’ê dikin. Lewma ev êrîş xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdistanê dike.
