Hewramî: Êdî wezîrên Goran di hikûmetê de cih nagirin
Hêmin Hewramî ku Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê ye, bi rêya malperên civakî ragihand: “Goran pêbendî rêkeftina pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûye û li dijî vê tevgerê kar kiriye.”
Ev daxuyaniya yekem a berpirsekî pilebilind ê PDKê ye, piştî daxuyaniya Tevgera Goran ku gotibû: “Îro danê êvarê Polîtburoya PDKê bi rêya nûnerên xwe di hikûmet û Parlamentoyê de, Serokê Parlamento û wezîrên me agahdar kirin ku êdî neçin ser karê xwe û ji Hewlêrê derkevin.”
Rudaw
