• Thursday, 19 February 2026
logo

Ehmed:Êdî Emrîka sîstema Rojava pesend dike

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Ehmed:Êdî Emrîka sîstema Rojava pesend dike


Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed ku bi vexwendina fermî çûne Waşîton û di kevana çareseriya kirîza li Sûriyê, him bi jinên cîhanê û him jî bi rayadarên dewletên ku herêmê ji nêzîk ve dişopînin hevdîtinan kirine de ragihand ku, di hemû hevdîtinan de muhatabê wan danexuyakirin ku êdî Kurd li Sûriyê hêza bingehînin û got: Hatina me Emrîka re bi vexwenda mekteba jin a netewên yekbuyî çêbû, bi armanca tevlîkirina jinan di xebata pêvajoya çareseriya siyasî a Sûriyê de, bi vê armancê bi navê Destpêşxeriya Jinan ya Sûrî ji bo aştî û demokrasî me hevdîtin bi hemû hêzên ku bandora xwe li ser rewşa Sûriyê heye re kir, wek rayedarên Emerîka, Holanda, Nerwêc, Îngîltere, Fînlenda, Tirkiye, Farasna, Almanya.

Ehmed diyar kir ku, du car hevdîtin bi Berpirsê Pêvajoya Çareseriya Siyasî Stêvên Dîmistora re çebû. Ji van hêza hemiyan me daxwaza rawestandina şer kir û rêgirtina li pêşya derbasbûna çeteyan ji axa Sûriyê kir, me bi rengek fermî daxwaz kir ku jin di hemû pêvajoya diyaloga aştiyê de hebe û di navenda birayarên dîrokî de hebe şartek bingehîn a serkeftina van diyalogan e.

Ehemed destnîşan kir ku, wan Weke TEV-DEM’ê jî hevdîtinan kirine û ev tişt anîn ziman:“Di navberê de civînek bi serokatiya wezirê karê derve yê Holanda tev nûnerên 7 ji van walatan pêk hat, di vê civînê de hat gotin ku ev destpêşxerî ji hemû pêkhateyên Sûriyê hatî avakirin û ji lêvegerên siyasî û bîrdoziyên cuda pêk tê, em tev dixwazin ku ev diyalogên aşityê beyî jin nemeşin ji ber ku ewê ne serkeftîbin, piştî 4 rojan jî van hevdîtinên bi navê rêxistina jinên Sûriyê pêk hat, me tûrek hevdîtinan bi navê Tevgera Civaka Demokratîk pêk anî li Waşînton.

Ehmed dazanîn ku cara yekemîn bi awayekî fermî bi rayadarên Emrîka re rûniştine û destnîşan kir ku êdî Emerîka li Rojava Kurdan di warê siyasî û leşkerî de pesend dikin û wiha axaftina xwe domand: Hevdîtinên me cara yekem li Emarîka bi rayadaran re bi rengek fermî pêk tê, ev jî cihê keyfxweşiye bû, hevdîtin bi gîştî gelek baş û serkeftî bûn û nîzîkbûna wan germ û bi wate bû, wan ji hêla xwe ve destnîşankirin ku Kurd hêzek serekî û xurt e, bi biryarin ku li ser erdê hevkariya xwe bi Kurdan re bidomînin heye, bi taybet Kurdan hem di warê leşkerî hem jî diwarê siyasî ve nas dikin.

Ehmed dazanîn bi beşdarbûna bi dehan pisporan li ser Xweseriya Demokratîk semîneran lidarxistin û û wiha dirêjî da axaftina xwe: Cardin hinek seminer li ser sîstema Rojava û azadiya jin li zanîngeha ku 20 pirofîsor têde amade bûn hat dayîn, wan jî rewşa Rojava gelek bi baldarî dişopand û agahiya wan derbarê gelek tiştan de hebû, didîtin ku sîstema xweseriya demokratîk sîstema herî rast ji bo bidawîkirin û rêgirtina li ber şerên navxweyî yên Sûriyê ye, semîner ji bo gel hatin lidarxistin, di van semîneran de coşa gel li çav xuya bû, rewşa hûndir dişopandin, ev yek jî me gelek erênî dît.

Ehmed daxuyakirin ku di hemû hevdîtinên xwe de li ser pirojeya Sûriya Demokratîk nêrînê xwe parvekirine û ev bi erênî hatiye nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: Di hemû hevdîtinan de qala Pirojeya Avakirina Sûriya Demokratîk hat kirin, me piştgirya wan xwest, rayadarin ev piroje ji hêla xwe ve baş dîtin û baş nirxandin, hemû aliyên me dîtin daxwaza domandina peywendiyan hat kirin, ji hêla me de jî heman tişt hat daxwaz kirin.

Jêder:ANHA , Xendan
Top