Peyamek ji fermandarên YNKê: Em rê nadin
Fermandarên leşkerî yên YNKê di peyama xwe de ragihandin: “Di dema ku rewşa Rojhilata Navîn roj bi roj aloztir dibe û metirsî li demokrasî û azadiyê heye, herwiha Hêzên Pêşmerge di şerekî mezin de ye li dijî DAIŞê û Kurdistanê diparêzin û berdewam şehîdan didin, em dibînin ku çendîn pirsgirêk rastî gel û hikûmet û fermanberên me hatine.”
Li gorî wê peyamê, “Mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber qeyrana darayî ya ku rastî Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye, nikare mûçeyê fermanberan bide, lewma ew jî daxwaza mafê xwe yê rewa dikin û em piştgiriyê li mafê wan dikin û em daxwaz ji hikûmetê dikin ku pirsgirêka wan çareser bike.”
Fermandarên YNKê wiha gotin: “Lê mixabin, di vê rewşê de hin kes ji derveyî Silêmaniyê hatibûn û dest bi tevliheviyê û têkdan û talanê li Qeladizê, Germiyan, Seyîd Sadiq û bajarokên din kirin, ku ew kar berevajî çanda kurdan û demokrasiyê ye.”
Wan fermandarên Pêşmerge wiha domandin: “Em piştgiriya xebata sivîl û demokrasî û mafê rewa yê mamoste û fermanberan û xelkê dike. Tevlihevî li dijî mafê xelkê ye. Em bi ti awayî rê nadin wê girûpa ku tevliheviyê çêdike û êrişî navend û avahiyên partiyan bikin û aştiya civakî têk bidin, ji ber ku ev kar li dijî demokrasiyê ne. Dijî navûdengê gelê me ne.”
Fermandarên leşkerî yên YNKê ragihand: “Ew tevlihevî ziyanekî mezin digihîne gelê me di piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên ku li eniya şer in. Bila êdî gel û partiyên me ziyanan nebînin. Em bi saya demokrasiyê û xebata medenî de qet rê nadin ku yasa binpê bibe û ser û malê xelkê têkeve bin tevliheviyê de.”
Navê wan aliyên ku ev peyam belav kirine:
1- Fermandarê Hêza 70 ya Pêşmerge
2- Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a YNKê
3- Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn a Kurdistanê
4- Komeleya Pêşmergeyên Kêmendam ên li Çeperan
5- Komeleya Rêxistinên Dêrîn a YNKê
Rudaw
