Serok Wezîrê Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Li vê peywendiyê da rewşa siyasî û emnî ya Iraq û navçeyê hate nirxandin û di derbarê pêşhatên siyasiyan de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha behsa li amadekarî û serkeftin û pêşveçûna rewşa Hêzên Pêşmerge û artêş û hêzên emniyên Iraqê kirin û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda jî xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha her dû alî tekez li ser karê hevbeş û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê kirin.
Her li vê peywendiyê da Serok Wezîrê Iraqê teqdîr û pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge hebû û silav û rêzên xwe ji bo Pêşmergeyên qehreman re şand.
