Kadirekî PDKê li Kelarê şehîdbû
Di encama êrîşa xwepêşanderan bo ser baregehê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li navçeya kelar 2 kes şehîdbûn û bêhtir ji 10 kesan birîndar bûn. Berpirsê PDKê li navçeyê jî ragehand ku kesê şehîd û 9 kesên birîndar jî kaidrên PDKê ne.
Berpirsê navçeya PDKê li Kelar Behemn Kake Ebudllah ji BasNews re ragehand: “Piştî ku îro bi sedan kes êrîşî kirin ser baregeha partiya me, pêşî bi keviran û piştre bi guleyan, hinek ji xwepêşanderan deviance û çekê kilaşînkov û bi guleyan êrîşî baregehê me kirin. Di encamê de kadirekî PDKê bi nave (Osman Ednan Mihemed) jiyana xwe ji destda û 9 kadirên me jî birîndarbûn.”
Navborî got: “Em heta seet 6 êvarê di nav baregehê xwe debûn, bi dûvre me baregeh çol kir, ew kesên ku êrîşî baregehê dikirin ew şewitandin.”
basnews
