• Thursday, 19 February 2026
logo

PDKê avahiya xwe li Seyîd Sadiq radestî asayişê kir

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
PDKê avahiya xwe li Seyîd Sadiq radestî asayişê kir
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) avahiya xwe li navçeya Seyîd Sadiq a parêzgeha xwe ji ber xwepêşanderan, radestî hêzên asayişê kir.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Avahiya PDKê li Seyîd Sadiq ji vê sibehê ve rastî êrişa xwepêşanderan tê, lewma PDKê neçar ma ku avahiya xwe vala bike û radestî asayişê bike.”

Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin û piştî ku duhî xwepêşanderan avahiyeke PDKê şewitandin, îro baregeheke din a PDKê agir berdanê.

Herwiha xwepêşanderên navçeya Kelar a parêzgeha Silêmaniyê êrişî avahiya PDKê kirin û ew baregeh şewitandin.

Rudaw
Top