• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan û Kiliçdaroglu êrîşa li Enqerê şermezar kirin

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Erdogan û Kiliçdaroglu êrîşa li Enqerê şermezar kirin


Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kilicdaroglu êrîşa li Enqerê bi zimanekê tund şermezarkirin û peyama yekitiyê dan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê êrîşa bombeyî ya Enqerê got; “Vê teqîna ku qesdî yekîtî û bihevrabûn û hizûra welatê me kir bi tundî şermezar dikim. Çavkanî, gotin, armanc û navê wê çi dibe bira bibe em li dijî hemû êrîşên terorê û rêxistinên terorê ne.”

Erdogan di dewama daxuyaniya xwe de got: “Li dijî vê êrîşê hevgirtin û bibiryariya me wê bersiva herî mezin û watedar a li dijî terorê be.”

Kiliçdaoglu jî şermezar kir

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji bo teqîna li Enqereyê got: ”Min bi dehan carî got û ez dîsa jî dibêjim. Nêrîn û fikrên me yên siyasî çi dibin bila bibin, baweriya me çi dibe bila be, lazim e ku em hemû bi hevdu re lenetê li terorê bînin.”

Kiliçdaroglu li Stenbolê ji ber teqîna li Enqereyê bernameya ku wê beşdar bibûyayê betal kir û daxuyanî da rojnamegeran. Kiliçdaroglu ragihand ku Tirkiye bi tabloyeke ku pê nakeve re rû bi rû ma û wiha dewam kir: “Heyfa vî welatî ye. Min gelek caran got û ez dîsa jî dibêjim. Nêrîn û fikrên me yên siyasî çi dibin bila bibin, baweriya me çi dibe bila be, lazim e ku em hemû bi hevdu re lenetê li terorê bînin. Em bi tabloyeke ku bi Tirkiyeyê nakeve re rû bi rû ne.”

Kiliçdaroglu ragihand tu kes nikare rewşeke ku Tirkiye jê aciz e bi zorê bike stûyê Tirkiyeyê û ew kesên xwedî wê daxwazê ne jî li hemberî Tirkiyeyê xwediyê wê qewetê nînin û wiha dewam kir: “Emê bi hemû bawerî û biryarên xwe ve lenetê li terorê bînin û têkoşîna xwe ya li hemberî terorê jî bidomînin.”

Basnews
Top