• Thursday, 19 February 2026
logo

Daxuyaniya hikûmetê li ser xwepêşandanan

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Daxuyaniya hikûmetê li ser xwepêşandanan
Di demekê de ku herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar de derbas dibe û digel yek ji metirsîdartirîn dijminê mirovatiyê di şerekî giran de ye û çend pirsgirêk û kirîzên dijwar rastî herêma Kurdistanê hatine, mixabin li hindek deverên herêma Kurdistanê ji encamê xwepêşandan û nerazîbûnan şidet û alozî çêdibin û hevwelatî û karmendên hikûmetê tê de dibin qurbanî.

Em dilgiranî û nerehetiy xwe li hember bidirûstbûna alozîyan û ketina qurbaniyan radigehînin û daxwazê ji hemû xwepêşnderan, xelk û aliyên siyasî dikin ku bi awayekî aram û medenî digel rewşê û bûyeran tevbigerin û tu alî nebib sedemê zêdetir alozbûna rewşê û bila hemû alî ji bo kontirolkirina rewşa heya hewil bidin.

Daxwazê ji hemû hêzên asayîş, polîs û aliyên peywendîdar jî dikin ku ji bona parastina aramî, ser û malê hevwelatiyan û saziyên hikûmî û hizbî bi hemû hewilên xwe bixebitin. Daxwazê ji timama saziyên ragehanidnê dikin ku bi berpirsane miamilê digel rewşê bikin û fakterê aramkirinê bin.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
09.10.2015
Top