• Thursday, 19 February 2026
logo

Partiyên kurdan: Em komkujiyê rûreş dikin!

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Partiyên kurdan: Em komkujiyê rûreş dikin!
Partiyan kudî yê Bakurê Kurdistanê herdu teqînên li Enqereyê rûreş kirin.

Îro, di pêşengîya KESK, DİSK, TMMOB û TTByê Li Enqereyê ‘’Mîtînga Aşitîyê’’ lidarket. Lê berîya ku mîtîng destpêbibe, du bombe teqîyan û herî kêm 86 kesan jiyana xwe ji dest da û 186 kes jî birîndar bûn.

Li Amedê Partiya Azadiyê û Sosyalîzme (OSP), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanî (PAKURD), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrasî ya Beşdarî (KADEP) û Hareketa Azadî derbarê bûyerê de daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniya partiyan de wiha hat gotin: “Ew hêzên tarî yên li Tirkiyeyê û kurdistanê dijminatiya aşitiyê, azadiyê û demokrasîyê dikin, careke din rûyê xwe yê qirêj nîşan dan û ev qetlîama pêkanîn.”

Di daxuyaniyê de hat amaje kirin, dîrokê bi dehan caran îspat kirîye ku, tu êrîş û qetlîam dê nikaribe rê li ber têkoşîna aşitî, azadî û demokarasîyê bigire.

Di berdewamiya daxuyniyê de wiha hat ragihandin: “Dewleta tirk demildest divê faîlên vê qetlîamê derxîne holê. Na heger Dewlet qatilan aşkere neke, wê gavê temama berpirsiyarîya vê qetlîamê dê di hustiyê Dewleta Tirk de bimîne.

Em vê êrîşê û yên ku ev êrîş plan kirine û pêkanîne bi tûndî rûreş dikin. Bila serê gelên me û yê malbatên şehîdan sax be. Rehma xwedê li şehîdan be.”

Rudaw
Top