• Thursday, 19 February 2026
logo

Teqîna Enqere: 86 mirî 186 birîndar

Gulan Media October 10, 2015 Nûçe
Teqîna Enqere: 86 mirî 186 birîndar
Îro li paytexta Tirkiyê, Enqerê, du teqînên bihêz çêbûn, di encamê de herî kêm 86 kes mirin û 186 kes jî birîndar bûn.


Li gorî agahiyan îro li nêzîkî stasyona tirênê ya bajarê Eneqerê 2 teqînên bihêz çêbûn.

Serokomarê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, Cîgire Serokwezîr Yalçin Akdogan, rayedarên Wezareta navxweyî û Wezareta tenduristiye, Şêwirmendî MITê Hakan Fidan û Parêzgarê Enqereyê Mehmet Kiliçlar saet 12.00ê civiyan.

Piştî civînê Wezareta Navxweyî, Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê derbare her du teqînan de daxuyaniyek hevbeş dan.

Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzinoglu diyar kir, di bûyerê de 86 kesan jiyana xwe ji dest dan û niha li nexweşxaneyan birîna 186 birîndaran tê dermankirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand, îro saet 10:04 li Enqerê û li cihê mîtînga ku ji aliyê komek saziyên sivîl ve hatibû organîzekirin, du teqînên çêbûn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di teqînên han de ku nayê zanîn çawa çêbûne.

Rudaw
Top