Efserekî pilebilndê Îranê li Sûriyê hat kuştin
Ajansa FarisNews ragehand: “Emîd Hemedanî yek ji fermanderên Artêşa Pasdaran bû. Netenê wilo ew yek ji damezrênerên Artêşa Padaran bû li devera Hemedan. Heta demekê fermanderê firqeya Mihemed Resûl Ellah bû, piştre ew firqe bû feyleq.”
Ajansa navborî tekez kir: “Ew fermander li ser destê çekdarên DAIŞê li derdora bajarê Helebê hat kuştin.”
Hemedanî wek yek ji kesayeên nêzîkî Serokomara Îranê Hesen Rûhanî dihat naskirin, berî ku bê guştin behsa damezirandina Hizb Allah a Sûriyê dikir, herwiha gotibû: “Beşar Esed di ber Îranê de şer dike.”
Basnews
