• Thursday, 19 February 2026
logo

Demirtaş bo parlamanteran: Beşdarî sersaxiyên gerîlayan bikin

Gulan Media October 9, 2015 Nûçe
Demirtaş bo parlamanteran: Beşdarî sersaxiyên gerîlayan bikin
Hevserokê HDPê Selahetîn Demirtaş ragihand ku parlamentarên wan neçar in ku beşdariyê di xemên welatiyan de bikin û tekez kir ku her parlamentarekî ku beşdariyê di xema gerîlayên PKKê de neke wê lêpirsîn ligel wî bê kirin.

Di hevpeyvîneke rojnamevanî de Demirtaş ragihandiye ku xelkê deng daye wan û ewê beşdariyê di sersaxiyên wan de bikin ewên ku zarokên xwe di şer de ji dest didin. Lê medyaya Tirkiyê wê yekê gelekî mezin dike û komployan li ser wê çêdike.

Demirtaş daxuyakirin ku ew eşkere dibêje ku ewê lêpirsînê ligel her parlamentarekî bikin ku beşdarî xema xelkê nebe, parlamentaran dengê xelkê wergirtiye û divê beşdariyê di xaksipartina miriyan û sersaxî û şîna wan de bikin.

Rudaw
Top