Rojnameyek Amerîkî: Wê şerekî giran di navbera Rûsya, Amerîka û Çîn de rûbide
Rojnameya National Antryst a Amerîkî gotarek niviskar Maceio Rojanski belav kiriye, di gotarê de hatiye ku dê di dema bê de wê şerekî giran di navbera Rûsya, Çîn û Amerîka de rûbide.
Ew nivîskar dibêje: “Berî niha me digot cîhan ji rikaberiya ciyosiyasî di navbera zilhêzan de dûrketibû, lê niha rikaberî di navbera wan de berfireh bûye û ber bi astek mezin ve hildigişe.”
Herwiha dibêje: “Bê goman şerê vê carê dê girantir û zehmetir be ji şerê berî niha ku ligel Yekîtiya Sovyêtî bibû, jiber ku vê carê deselat û hêza welatê Çînê dê rolek mezin di şer de bilîze.”
Li gorî nivîskarê navborî wê ajawe li cîhanê bighê astek bilindtir jiber ku baweriya hersê welatên zilhêz bi hev nemaye, ji xeynî ku pirsgirêkên herêmî jî aloztir dibin.
Basnews
