• Thursday, 19 February 2026
logo

Rayedarekî Kantona Kobanî: Îhtimal heye Pêşmerge derbasî Rojava bibin!

Gulan Media October 8, 2015 Nûçe
Rayedarekî Kantona Kobanî: Îhtimal heye Pêşmerge derbasî Rojava bibin!
Rayedarekî Kantona Kobanî eşkere kir ku îhtimal heye hêzên Pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin çimkî “gavên baş” di vî warî de hatine avêtin. Amerîka jî hewl dide YPG/PYDê razî bike ji bo ku Pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Piştî destêwerdana Rûsya li Sûriyê, diyar e ku Amerîka stratejiya xwe ji bo şerê li dijî DAÎŞê diguhere û di vê stratejiya nû de, roleke girîng a kurdan heye û ji ber vê yekê Amerîka hewlên xwe berdewam dike daku YPG û Pêşmergeyên Rojava ku hêzên sereke yên Rojavayê Kurdistanê ne bigihîne hev û berpirsekî kantona Kobanî ji ji Rûdawê re ragihand ku dibe ku di demeke nêzîk de pêşmergeyên Rojava derbas bibin.

Li ser hewlên Amerîka bo yekxistina hêzên kurdî, Endamê desteya siyasî ya Îtilafa Sûriyê Fûad Elîko ji Rûdawê re ragihand ku şandeke Îtilafê hefteya bûrî serdana Amerîka kiribû û di civînên bi rayedarên Amerîkî re, tekezî hat kirin ku Amerîka hewlên xwe didomîne daku YPG û pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bigihîne hev.

Fûad Elîko ku nûnerekî ENKSê di Îtilafê de ye anî ziman ku berpirsên Amerîkî ji wan re gotin ku wê 5000 hezar şervan ji hêzên opozîsyona Sûriyê ligel YPGê û Pêşmergeyên Rojava, roleke girîng di şerê li dijî DAÎŞê de li Sûriyê bilîzin.

Elîko behsa wê yekê jî ku berpirsên Amerîkî ji wan re tekez kirin ku wê Amerîka guvaşên xwe li ser PYDê zêde bike daku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê derbas bibin.

Endamê desteya siyasî ya Îtilafa Sûriyê destnîşan kir ku civînên ENKS û Îtilafê li Hewlêrê ji ber wê yekê ne ku Pêşmergeyên Rojava bibin beşek ji Artêşa Azad a Sûriyê û got ku ew civîn bi serperiştiya Amerîka û Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê birêve diçin.

Li ser herêma ewle ku Tirkiye hewl dide li Sûriyê ava bike, Fûad Elîko got ku ew qebûl nakin ku ew herêm di bin destê Tirkiye yan jî PYDê be û tekez kir ku divê ew navçe ji aliyê Îtilafa Opozîsyona Sûriyê, were birêvebirin.

Derbarê kontrolkirina Reqa û Cerablusê, Fûad Elîko got ku li gorî zanyariyên wan di Îtilafê de wê 5000 hezar şervan ji hêzên opozîsyonê, û hejmarek ji YPGê û pêşmergeyên Rojava, beşdarî şerê kontrolkirina Reqa û Cerablusê bibin û got ku di destpêkê de wê Cerablus , piştre Bab û li pey wan Reqa, werin kontrolkirin.

Li ser beşdarbûna hêzên YPGê û pêşmerge di şerê kontrolkirina Reqa û Cerablusê de, cîgirê berpirsê desteya pêwendiyên derve ya kantona Kobanî Îdrîs Nasan ji Rûdawê re tekez kir ku di wî şerî de, 20 hezar şervanên YPGê ligel 5000 hezar ji şervanên Burkan El-Firat û Siwar El-Reqa ligel milîsên Ereb li Reqayê wê beşdarî wî şerî bibin.

Li ser beşdarbûna pêşmergeyên Rojava jî di wî şerî de Idrîs Nasan anî ziman ku zanyariyên hûr derbarê vê yekê li cem wan nînin lê got, dibe ku ev yek bi derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ve girêdayî be.

Idrîs Nasan herwiha eşkere kir ku eger heye pêşmergeyên Rojava derbas bibin ji ber ku gavên baş di vî warî de hatine avêtin.

Rudaw
Top