• Thursday, 19 February 2026
logo

‘Terorîstên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge dikin’

Gulan Media October 8, 2015 Nûçe
‘Terorîstên DAIŞê xwe radestî Pêşmerge dikin’
Fermandarê Pêşmerge Hemîd Efendî radigehîne ku, terorîstên DAIŞê ji nav wê rêxistinê direvin û xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin. Ji aliyê din ve malbatên Ereb jî ji DAIŞ’ê direvin û xwe radestê Pêşmerge dikin.

Berpirsên Pêşmerge li Eniya Başîk, Hemîd Efendî, di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, destpêkê DAIŞ bi hêzeke mezin êrîş dikirin û gelek xelkê Ereb tevlî wab dibûn, lê piştî ku derket niyaza wê rêxistina terrorist xirab e, niha xelik ji nav wan direvin.

Hemîd Efendî diyar kir jî ku, êdî karîn û şiyanên DAIŞê yekcarî nemane û ji tevger ketiye.

Navborî eşkere kir ku, di demên dawiyê de gelek çekdar ji nav rêxistina terrorist a DAIŞê revî ne û xwe radestî pêşmerge kirine.

”Xelk jî ji DAIŞ’ê direvin”

Ji aliyê din ve Cîgirê Fermandarê Eniya Mexmûr-Guwêr Dr Aras Heso Mîrxan jî ragehand ku hejmara çekdarên DAIŞ’ê kêm dibin û gelek ji wan jî têne kuştin, ji lewra rêxistin xelkê bi zorê dike çakdar.

Mîrxan ragehand ku ji ber vê zextê xelk ji destê rêxistinê direve û xwe dispêre axên bin parastina Hêzên Pêşmerge.

Mîrxan herwiha da zanîn ku tenê di nava vê hefteya dawî de li nav sînorên eniya wan, 40 kes hatine û xwe radestê Pêşmergeyan kirine.

Basnews
Top