Komara Çek dê rasterast çekan bide Pêşmerge
Li gorî medyayên Çekê, Wezîrê Bergiriyê yê Komara Çek Matin Stropniky şevê din di civîna xwe ligel berpirsên Encumena Asayişa Niştimanî ya Çek de, gotiye: “Em dixwazin rasterast çekan ji Herêma Kurdistanê re bişînin, ku çekên sivik mîna klaşinkov û çekên din li xwe bigire.”
Matin Stropniky wiha domandiye: “Emê guhertinê bikin di alîkariya xwe de bo hêzên ku li dijî DAIŞê şer dikin. Emê alîkariya kurdê Iraqê bikin û dibe ku em gelek cureyên cekan bidin wan, ew jî piştî ku em vê yekê ligel Amerîka gotûbêj bikin.”
Meha Tebaxê ya borî, Hikûmeta Çek şandina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge pejirand û wê demê ragihand ku ewê bi qasî 1 milyon û nîv dolar çekên sivik ji Pêşmerge re bişînin.
Rojnameyekî wî welatî ragihandiye ku, Hêzên Pêşmerge wek beşê yekem, 8 milyon gulle û 5 hezar narincok ji Hikûmeta Çek wergirtiye.
Hikûmeta Iraqê li dijî wê yekê ye ku welatên cîhanê çekan bi awayekî rasterast ji Herêma Kurdistanê re bişînin û dibêje bila di serî de çek bên Bexdayê û piştre emê ji Pêşmerge re bişînin.
Rudaw
